Malê Delîlan

Malê Delîlan (Firaz Baran 27.3.2019)

Agahiya Fotoyê: Kefoyî Tawacî û hevjîna xwe xwuşka Şerîfe. Delîla gundê Kosaweyê xwuşka Şerîfe diparêze. Malbatê ku delîlê diparêze re gel dibêje “Mala Delîlê.”

Di dema berê de delîl çawa radikirin? Îro çawa radikin? Wateya delîlê çiye? Şeklê xwe çawa ye? Emê di ve nivîsê de bersiva van pirsan bidin.

Şeklê Delîlê Çawa Bû?

Li gorî baweriya me dema ku cem destpêdikin em delîlê radikin… Delîlê li Elbîstan û Markazê (Pazarcik) bi hesin bû û şeklê xwe jî wek zirneyan bû.

Kî Diparêze?

Li her gundekî dayîkek diparêze. Dayîkê ku diparêze talîb jî dibe, malbata pîr jî… Ev dayîk li cemê bi destûra pîr û talîban tê hilbijartin. Dema ku ev dayîk pîr dibe delîlê emaneta bûkê xwe dike. Ew pîr bû, ew jî emaneta bûkê xwe dike. Ev kevneşopiyek e.

Delîl Dema Berê Çawa Radikirin?

Cemên otantîk li Elbîstan û Markazê hetanî sala 1972an hate giredan. Piştî 72an cemên otantîk jiyan nekir.

Dayîka delîlê delîlê çawa diparêze? Piştî cemê delîlê radike û li nav sandûqê xwe vedişer e. Ji ber ku delîl pîroz e tenê dema ku cem destpêbibin derdixîn e.

Delîlê tîne malê ku cem lidardixin. Me gotibû şeklê delîlê wek zirne ye. Delîlê nav axê dike û delîl disekine. Devê delîlê wek zirneyan fireh e. Piştî wê rûnî malê a pîroz berdide hundirî delîlê… Çirayekê jî li ser delîlê dîtîne. Dema ku cem destpêdike bi dûayan rûn tê şewitandin û wisa delîl tê rakirin.

Ango tenê delîlek radikirin.

Îro li Bakûrê Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê delîlan çawa radikin?

Sê mûman tînin. Didin ser masayan. Sê mûman dişewitînin û îddîa dikin ku delîl rakirine. Wextê ku mûma yekem dişewitînin dibêjin “Ya Allah”, a dûyem de dibêjin “Ya Muhammed”, a sêyem de dibêjin “Ya Alî.” Ango delîl tenê yek bû, çawa bû sisê? Ev komîk e an trajîk e hûn bîryara xwe bidin.

(Ez ve jî bêjim: Ez hemû erdnîgariya Alawiyan nizanim. Min tenê Elbîstan û Markaz baş lêkolîn kiriye. Cîhên cûda çawa bû, piştî ku min lêkolînên xwe li ser wan hereman xelas kir, wê çaxê ez dikarim bersiv bidim.)

Li Gundê Kosaweyê Malê Delîlê

Li Parîsê min Kêfoyî Tawacî naskir. Kakî Kêfo li Elbîstanê ji gundê Kosawe ye. Bi xwe 58 salî ye. Delîlê gundê Kosawe dayîka Kakî Kêfo diparastiye. Sê bûkên xwe hebûne. Delîlê daye hevjîna Kakî Kêfo. Navê xwe Şerîfe ye. Niha delîlê xwuşka Şerîfe diparêze. Kakî Kêfo li ser rakirina delîlê ev agahî dan:

“Eger rojekê wek berê dada(*) hatin te delîlê bibe. Rûnî malê hundirî delîlê berde. Hinek caw bîne û rûn bike. Wî cawî jî li devê delîlê deyne. Hinek xalî jî di nav delîlê berde. Paşê rûn bişewtîne. Caw û xalî naşewite. Roniya delîlê jî nazêde ye. Ango em delîlê ji bo ku odê ronî ke ranakin. Delîl rojê sembolîze dike.”

* Dada: Dada gotinek kurmancî ye. Dad bi kurmancî adalet e. Dada jî kesê ku adaletê tîne cîh. Kurdên li Elbîstan, Markaz, Semsûr û Meletiyê nabêjin “Pir”, dibêjin “Dada”.

Firaz Baran 27.3.2019

İlk yorum yapan olun

Bir yanıt bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.


*


This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.